15 Mayıs 2013
15 Mayıs 2013,
 Off

Azadiya Welat 2012
qesr-ishak-pasa-bi-texribe-re-ru-bi-ru-ye

Geştiyar û wênekeş Gokmen Onay, diyar kir ku Qesra Îshak Paşa di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO yê de cihê xwe girtiye lê berhema ku ev qas dewlemend e niha tê restorekirin û bi texrîbatê re rû bi rû ye.

Qesra Îshak Paşa di çanda kurdî de cihekî girîng digire, qesr di sala 1685’an de li ser zinarekî 5 km dûrê navçeya Bazîdê hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî ji hêla kurê Çolak Abdî Paşa, Îshak Paşa ve çêkirina qesrê bi dawî bûye. Di hêla mîmarî û taybetiyên wê yên dîrokî balê dikişîne ser xwe, niha li qesrê xebatên rastorasyonê tên kirin. Gokmen Onay, bal kişand ser restorasyonê û diyar kir ku teknîkên înşaatê ya ku niha tên bikaranîn baweriyê nadin û heta niha ji gelek welatan gelek kes hatin û xebitîn, hêvî dikin ku texrîbatê nedin qesrê. Qesra Îshak Paşa, ji hêla begê Bazîdê Çolak Abdî Paşa ve di sala 1685’an de li ser zinarekî hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî kurê wî Îshak Paşa çêkirina qesrê bi dawî kiriye. Qesr ji hêla mîmarî û taybetiyên dîrokî ve balê dikişîne ser xwe.

Gokmen, destnîşan kir ku Îshak Paşa pir ji xwendinê hez kiriye. Ji ber vê jî pirtûkxaneya herî mezin li qesrê ava kiriye. Medreseyên di qesrê de heyî wekî dezgeheke perwerdê hatine bikaranîn. Onay, diyar kir ku piştî dagirkeriya rûsan, pirtûkxane û gelek tiştên bi qimet hatine desteserkirin û wiha got: “Niha jî ev berhem li Rûsyayê tên muhafazakirin. Lê heya niha Dewleta Tirk ji bo berheman carek tenê jî neketiye nav hewldanan. Dikarin kopyaya hin berheman jî bigirin lê nakin. Ji ber ku ganîmetên şer in Dewleta Tirk dikare bikeve nav hewldanan. Carek hîndekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji wezareta turîzmê daxwaz kirin û ketin nav hewldanan lê ev daxwaz hat redkirin. Lê dikarin niha jî xebateke hevpar pêk binîn.”

‘DÎROKEKE ZINDÎ YE’

Gokmen Onay, daxuyand ku malzemeyên înşaatê yên wê demê hatibûn bikaranîn cuda bûn, ji bo restorasyonê li welatên cuda gelek kes hatin û xebitîn. Gokmen, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ronakbîrê wê deme Ehmedê Xanî li vir perwerde dabû.

Rola Ehmedê Xanî gelek zêde ye. Her kesek dizane ku Îshak Paşa kurd e. Ji ber vê jî li qesrê gelek berhem aîde kurdan hene û her wiha dikarin bibêjîn ku dîrokeke zindîye.” Bi texrîbatê re rû bi rû ye. Onay, aşkera kir ku Qesra Îshak Paşa berhemke dewlemend e, berhema ku ev qas dewlemend e niha tê restorekirin lê bi texrîbatê re rû bi rû ye, ev tişt mirovan dixe nava fikaran. Gokmen, wiha pê de çû: “Mirov nikare bibêje ji sedî sed tê restorekirin. Ji sala 1923’an heya niha hewldaneke cidî pêk nehatiye. Welatiyên li vê herêmê dijîn ji hêla dewletê ve hatin koçberkirin, vê jî bi xwe re bêeleqebûnek anî û bû sedema taxrîbata qesrê.”

Azadiya Welat Qesra Îshak Paşa

 

Comments are closed.

0
Baglanıyor
Lütfen bekleyin...
Bir mesaj gönderin

Üzgünüm! Şu anda burada değilim. Bir mesaj bırakırsanız en kısa zamanda size geri dönüş yapacağım.

* Adınız
* Email
* Açıklama
Oturum Aç

Şuan buradayım. Bana mesaj gönderebilirsin!

Adınız
* Email
* Açıklama
Telefon
We're online!
Görüşleriniz

Hize daha iyi yardımcı ola bilmem için geri bildirimden lütfen çekinmeyiniz

Destek değerlendirmeniz